YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê daxuyaniyek da û got, "Êrîşên çeteyan ên li dijî Efrînê zêde bûne û li Kobanê jî liv û tevgera hewayî dewam dike."
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê daxuyaniyek da û got, "Êrîşên çeteyan ên li dijî Efrînê zêde bûne û li Kobanê jî liv û tevgera hewayî dewam dike."
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên li dijî Rojava dewam dikin.
Navendê, li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên hefteya dawî ev agahî da:
"Di 20.06.2017'an de çeteyan ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi topên hawanê êrîşî gundên Maranez û Girê Qestelê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Her wiha di heman rojê de bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Dîsa di heman rojê de bi şev leşkeren artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî gundê Koran ê dikeve rojhilatê Kobanê kirin. Hêzên me di cih de bersiv dan êrîşên leşkerên Tirk, lê di derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Di 21.06.2017'an saet di navbera 11:00 û 12:00'an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin.
Di 22.06.2017'an de balafirên şer ên artêşa Tirk li ser rojavayê Kobanê geriyan. Her wiha di heman rojê de leşkerên Tirk bi çekên giran êrîşî gundê Silîp Qiran ê dikeve rojhilatê Kobanê kirin. Hêzên me di cih de bersiv dan êrîşa leşkerên Tirk, lê di derbarê kuştî û birîndarên leşkerên Tirk de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de bi şev saet 00:00'an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî Girê Birîndaran ê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê, saet 22:00'an de bi çekên doçka êrîşî gundê Maranazê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Hêzên me bersiv dan êrîşî çeteyan. Her wiha çeteyan bi çekên doçka, tang û topên hawanê êrîşî gundên El Qamiyê, Malikiyê û Basûfanê yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin.
Di 23.06.2017'an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê, çekê doçka û guleyên tangê êrîşî Girê Şehîd Şîlan ê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û gundê Maranez yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin.
Di 24.06.2017'an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî Şêrewa, Girê Şehîd Şîlan ê girêdayî Cindirêsê û bi çekên doçka êrîşî gundê Maranazê yê girêdayî Şera yên girêdayî Efrînê kirin.
Di 25.06.2017'an de balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser sînorê rojavayê Kobanê ku dikeve rojhilatê Firatê geriyan.
Di 26.06.2017'an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Her wiha di heman rojê de çeteyan bi çekên doçka êrîşî gundên Maranazê û Eyn Deqnê yên girêdayî Şera û gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin."