ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Şervanê Hêzên Ewlekariyê Ebû Dîlic spartin axê
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Dîlîc (Ebû Dîlic) ê 26’ê Hezîranê dema li ser erka xwe bû şehîd ket, li Reqayê bi merasîmekê spartin axê. -
Li Efrînê jinek din a Êzidî hate qetilkirin
Pêkanînên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ne ji hovîtiya DAIŞ’ê cuda ne. Jineke din a Êzidî ji aliyê çeteyên hevkarên dewleta Tirk ve hate qetilkirin. -
QSD`ê nasnameyên 2 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir
QSD’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di Qonaxa Duyemîn a pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Nasnameyên 6 şehîdên Efrînê hatin eşkerekirin
YPG'ê nasnameyên 6 şervanên 3-4'ê Nîsanê li Çiyayê Hawarê yê navçeya Racoyê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, di vî şerî de gelek çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Dîmenên nû yên teqîna li Efrînê
Li Efrînê doh 3 derban teqîn bûbûn û di encamê de 20 kes miribûn. Dîmenên nû yên teqînê gihîştin ANF'ê. -
Çû Efrînê lê nekarî lê bimîne
A.X. ê ji Efrînê ji bo dîtina mala xwe, gundê xwe û ji bo mayinê çû Efrînê, lê belê nekarî bimîne. A.X. ji bo dagirkeran got, "Heta ku ew li wir bin, tiştekî min li wir nîne." -
Gundewarên Hesekê bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya operasyonên Pêngava Bagera Cizîrê de temamiya gundewarên Hesekê ji dagirkeriya DAÎŞ'ê rizgar kirin. -
Li Efrînê Xezeba Zeytûnê: Çeteyek mir, yek jî birîndar bû
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ku beriya niha bi demekê li Efrînê hate ragihandin, li dijî çeteyan çalakiyan dike. Herî dawî çeteyek hate kuştin, yek jî birîndar bû. -
Çete malên welatiyan dişewitîne
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê malên welatiyên sivîl dişewitînin. Çeteyên Ketîbaeya Sûltan Silêman Şah li navçeya Şiyê agir berda mala welatiyê sivîl Muhemed Şindî û mal bi temamî şewitî. -
Hêzên rejîmê rojhilatê bakur ê Derayê pêçan
Rejîma Sûriyê, li herêma Derayê du jîgehên di dest komên çekdar de ji wan stand, dorpêça li rojhilatê bakur temam kir. -
Sûriyeyê bersiv da fuzeyên Îsraîlê
Îsraîlê balafireke kargo ya Îranê ku xwe li Balafirgeha Şamê danî kir hedef û 2 fuze avêt. -
Cenazeyê şervanên YPG’ê Dilşêr û Şahîn spartin axê
Cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Xêr Hamûd (Dilşêr) û Mihemed Ebîd (Şahîn) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, Li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê spartin axê. -
Welatiyên Babê bangî QSD’ê kirin: Me ji dagirkeriyê rizgar bikin
Welatiyên Babê ragihandin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê qebûl nakin û bang li hêzên QSD’ê kirin ku wan ji dagirkeran rizgar bikin. -
Bagera Cizîrê: 274 çete hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê ragihand ku di şerê rizgarkirina bajarokê Dişîşayê de 274 çete hatine kuştin. -
Rizgar Fedakar: Efrîn ji Erdogan re namîne
Yek ji gaziyên Rojavayê Kurdistanê Rizgar Fedakar bal kişand ser berxwedana gel a Efrînê û got:“Dewleta Tirk xwest bi dagirkeriya Efrînê gelê Kurd teslîm bigre, lê encam ne girt. Gelê Efrînê ji heft salî heta 70 salî berxwedaneke dîrokî kir.” -
Nasnameya 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
YPG'ê nansmeya 2 şervanên YPG'ê yên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê şehîd bibûn, eşkere kir. -
Gelê Bab û Minbicê dagirkeriya Tirk protesto kirin
Gelê Bab û Minbicê bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin. -
YPG li Efrînê li dagirkeran dide: 6 çete hatin kuştin
Li navçeyên Şera û Bilbilê û li navenda Efrînê di çalakiyên şervanên YPG û YPJ'ê de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Li başûrê Sûriyeyê 70 endamên komên çekdar hatin kuştin
Artêşa Sûriyeyê ya ku Rûsya piştgiriya wê dike, li başûrê welat operasyonek li dar xist û diyar kir ku 70 endamên komên çekdar hatine kuştin. -
Birîna 25'ê Hezîranê ya Kobanê qet nakewe
Gelê Kobanê naxwaze 25'ê Hezîranê bê, lê her sal ev komkujiya giran bi bîra wan ve tê. Xwediyên şehîdan û ew kesên ku bûyer bi serê wan ve hatî, çiqasî rûyê xwe li ber vê rojê dadigerînin jî, dîsa tê bîra wan. -
Cenazeyê şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin
Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdullah Mehemûd û Mihemed Salih ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Şehîdgeha Hanî Hesen a dikeve bejahiya Rojhilatê Dêra Zorê hatin veşartin. -
Li Reqayê operasyona li dijî komên çete
Hêzen QSD'ê, piştî li Reqayê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin, ligel Hêzên Ewlehiya Hundir ên Reqayê, li dijî yekîneyên nepenî yên çeteyan operasyoneke hevpar da destpêkirin. Hate ragihandin ku gelek çete hatine destgîrkirin. -
Li Reqayê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê hişyarî hate dayin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Reqayê li dijî êrîşên gengaz ên çeteyên DAÎŞ'ê ji bo du rojan derketina derve qedexe kir. -
Şervanên QSD’ê li sînorê Iraqê 2 gund rizgar kirin
Şervanên QSD’ê di çarvoveya Pêngava Bagera Cizîrê de gundên bi navê Recim El Hecer û Marûf ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Çeteyên dewleta Tirk agir berdan zeviyên gel
Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk agir berdan darên zeytûnan ên welatiyên Şêrawa.