Li başûrê Sûriyeyê 70 endamên komên çekdar hatin kuştin

Artêşa Sûriyeyê ya ku Rûsya piştgiriya wê dike, li başûrê welat operasyonek li dar xist û diyar kir ku 70 endamên komên çekdar hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyanî da û diyar kir ku li başûrê Sûriyeyê li herêma ku şer lê tune, komên çekdar êrîşek kirine. Wezaretê diyar kir ku ev êrîş hatiye şikandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku nêzî 70 endamên komên çekdar hatine kuştin. Hêzên girêdayî rejîma Beşar El Esad, ji bo qada li başûrê rojava ya ku di navbera Golan û Urdunê de ye, ji destê komên çekdar rizgar bike, dest bi operasyonê kir.