Li Efrînê jinek din a Êzidî hate qetilkirin

Pêkanînên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ne ji hovîtiya DAIŞ’ê cuda ne. Jineke din a Êzidî ji aliyê çeteyên hevkarên dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke herêmî ya Efrînê hate girtin, jineke din a Êzidî ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

Hate ragihandin ku Fatma Hamke ya 66 salî, 27’ê Hezîranê dema li gundê Qatma yê Efîrnê bû, çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker nîvê şevê bombeyek avête mala lê dima û jiyana xwe ji dest daye. Hamke bi malbata xwe re dijiya.

TALAN, ÊŞKENCE, DIZÎ Û BI ZORÊ KIRINA MISILMAN…

Piştî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagirkirin û şûnde, hevjîna Fatma Hamke Henan Bayram jî girtibûn piştî êşkenceyên giran û şûnde berdabûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî piştî ku Henan Bayram hate berdan û şûnde zext û zordariya li ser malbatê zêdetir bibûn.

Dewleta Tirk û çeteyê wê piştî ku 18’ê Gulanê Efrîn dagirkir û şûnde bi awayekî giştî bajar talan kir, dest danîn ser mal û milkên welatiyan. Di dema êrîşên dagirkeriyê yên ji 20’ê Çileyê ve destpêkirî û şûnde, di serî de li dijî Êzidî û hemû gelên Efrînê destdirêjî, destavêtin, revandin, xespkirin, qetilkirin, û êrîşên derveyî mirovî li ser hatine kirin. Navendên îbadetê yên baweriya Êzidî, Peykerê Zerdeş, dîsa navendên yekîtiyê ya Êzidî yên li deverên cuda yên Rojhilata Navîn teqandin. Dagirkerên ku bi vê têr nebûn, mîna kiryarên çeteyên DAIŞ’ê, zorê li welatiyên Êzidî dikin ku nimêj, kirina Misilman û jin jî xwe bipêçin li ser disepînin.