QSD`ê nasnameyên 2 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir
QSD’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di Qonaxa Duyemîn a pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, eşkere kir.
QSD’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di Qonaxa Duyemîn a pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpara xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe yên di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, eşkere kir.
QSD’ê destnîşan kir ku şervanên wan di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne. Fermandariya Giştî ya QSD’ê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
QSD’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kir:
“Di çarçoveya şerê hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ`ê de ya li Reqayê di pêngava Bagera Cizîrê de dabû destpêkirin, 2 şervanên me bi lehengî şer kir û şehîd ketine. Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan didin.”
Nasnameya şervanên QSD’ê yên şehîd bûne wiha ne:
Nav: Mehmûd Xilêf
Navê Dayikê: Hidêriya
Navê Bav: Hemadê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Reqa/ 12’ê Hezîrana 2018
***
Nav: Ehmed Mihêmid
Navê Dayikê: Zehra
Navê bav: Mihemed
Cih Û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/ 24’ê Hezîrana 2018