Gelê Bab û Minbicê dagirkeriya Tirk protesto kirin

Gelê Bab û Minbicê bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin.

Gelê Minbic û bi sedan welatiyên Babê yên li Minbicê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşek li dar xistin û dagirkeriya Tirk protesto kirin.

Girseya gel alayên Meclîsa Leşkerî ya  Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Babê û pankartên dijberiya dagirkeriya dewleta Tirk hildan û meşiyan.

Meşa girseya gel ji rojhilatê gundê El-Farat heta dibistana gund dewam kir. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Gelên Sûriyeyê hemû yek in”û  “Hilweşe Erdoganê faşîst” hatin berzkirin.

Tevî pileya germahiyê ya zêde di çalakiyê de gelek şêniyên ji hemû pêkhateyan amade bûn. Di çalakiyê de li ser navê Meclisa Jinan a Xeta El-Feqrat Emîna Cerah, li ser navê Meclisa Xeta El-Feqrat Farûq Şêx û li ser navê Rêveberiya Xweser a Minbicê Adil Ferhad axivîn.

Di axaftinan de hate teqezkirin ku kiryarên dewleta Tirk dixwaze Sûriyeyê dagir bike, wê hemû pêkhate li dijî vê dagirkeriyê bisekinin û her wiha ewlehî û aramiya herêmê were parastin.

Her wiha axaftvanan bang li hemû gelên cîhanê, sazî, partî û rêxistinan kir ku li hemberî gefên dagirkeriya Tirk derkevin.

Di dawiyê de li ser nave Meclîsa Leşkerî ya Babê Mihemed Selmo axivî û diyar kir ku wê heremê ji çete û dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin.