Çete malên welatiyan dişewitîne

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê malên welatiyên sivîl dişewitînin. Çeteyên Ketîbaeya Sûltan Silêman Şah li navçeya Şiyê agir berda mala welatiyê sivîl Muhemed Şindî û mal bi temamî şewitî.

Careke din Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser karin. Li gor agahiyan hatin girtin çeteyên bi navê Ketîbeya El-Sultan Silêmen Şah agir berda mala Muhemed Şindî û mal bi temamî şewitî.

Çavakaniyan ji herêmê ragihand ku di 26`ê Hizêranê de çeteyên bi navê Ketîbeya El-Sultan Silêmen Şah yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li kêleka dizî, talan, revandin, kuştin, girtin, şewitandina bax û baxçeyan, xirakirina erdnîgariya herêmê û destdirêjiyê jî, vê carê dest bi şewtandina malên welatiyên sivîl kirine.

Hat diyarkirin ku çeteyên Sultan Silêman li navçeya Şiyê ya girêdayê Efrînê duh êvarê avêtiye ser mala welatiyekî bi navê Muhemed Şindî. Şindî yê ji ber dagirkeriyê ji mala xwe koç kiribû, çete piştî ku malan talan kirin agir berdan malê û şewitandin.