Cenazeyê şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin

Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdullah Mehemûd û Mihemed Salih ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Şehîdgeha Hanî Hesen a dikeve bejahiya Rojhilatê Dêra Zorê hatin veşartin.

Nûnerên saziyên sivî û şervan jî di nav de bi sedan şêniyên gundewarên Rojhilatê Dêra Zorê cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdullah Mehemûd û Mihemed Salih ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, ji gundê El Sebha girtin û li Şehîdgeha Hanî Hesen hate veşartin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir û piştre jî li ser navê Fermandarên QSD’ê Ebû Leyla El Egîdî axivî. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku heta hêvî û daxwazên gel ên azadiyê bên bi cih wê dev ji rêya şehîdan neberdin.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ ve hate veşartin.