Li Reqayê operasyona li dijî komên çete

Hêzen QSD'ê, piştî li Reqayê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin, ligel Hêzên Ewlehiya Hundir ên Reqayê, li dijî yekîneyên nepenî yên çeteyan operasyoneke hevpar da destpêkirin. Hate ragihandin ku gelek çete hatine destgîrkirin.

Berdevkê Navenda Çapemeniya QSD’ê Mistefa Balî daxuyaniyek da raya giştî û got ku li dijî yekîneyên nepenî yên komên çete û yên ketine bajêr, ligel hêzên ewlehiya hundir ên Reqayê operasyoneke hevpar dane destpêkirin.

Balî got: “Hem bi daxuyanî û gefên dewleta Tirk ên demên dawî, hem jî daxuyaniyên mîna, ‘hêzên nêzî rejîmê ketine bajêr’ re, êrîşên komên çete yên ku dixwazin aramiya bajêr xira bikin zêde bûne. Ev rewş, di nav gelê bajêr de bûye sedema hêrs û nerazîbûnan. Lewre di van êrîşên ku ji hêla DAÎŞ’ê ve hatî kirin de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dabû. “

Balî, bi bîr xist û got: “Piştî hêzên me bajar ji komên çete paqij kirin, rêveberiya bajêr radestî gel kiribûn. Balkêş e ku ev êrîş, nexasim piştî gefên dewleta Tirk û yên rejîma Sûriyê hatine kirin. Rêveberên vê herêmê, kesayetên ku ji hêla hemû welatiyan ve hatî pejrandin in. Lewre xwerêvebirina gel û sazkirina vîna xwe ya demokratîk, berjewendiyên dewleta Tirk xistiye nav metirsiyê. Ji ber van sedeman weke hêzên QSD’ê, me ligel Hêzên Hundirîn Ên Ewlehiya Reqayê, li hemberî kom û yekîneyên çeteyan ku aramî û ewlehiya bajêr dixin metirsiyê, operasyonek daye destpêkirin.

Lewre di dorhêla Operasyonê de ji êvara Şemiyê derneketina kolanan hatiye ragihandin û operasyon hê jî didomin. Operasyon, di dorhêla dem û hawirdoreke diyar de pêk tê. Heta niha gelek çete hatine destgîrkirin, gelek cebilxane û çek hatine desteserkirin. Her wiha gelek belge jî hatine bidestxistin.”