Nasnameya 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin

 YPG'ê nansmeya 2 şervanên YPG'ê yên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê şehîd bibûn, eşkere kir.

Navenda Ragîhandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnemaya 2 şervanê YPG'ê yên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bbiûn, eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Ji destpêka 2018’an ve dewleta Tirk a afşîst, êrîşî destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dike û ji bo gelê Kurd ê ku rêveberiya şoreşê dike bi awayek fîzîkî îmha bike bi awayek topyekûn êrîş dike. Ev dagirkerên ku Kantona Erfînê kirin hedef, bi hezaran çete û leşkerên dewleta dagirker a Tirk tevlî vê tevgera dagirkirinê bûn.

Di heman demê de bi teknîk pêşketî bi awayek giran êrîşî Efrînê kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê 58 rojan bi firokeyên keşfê û firokeyên şer bê navber erdnîgariya Efrînê û gelê wê bombardûman kir. Li hemberî van êrîşan, her hevalek me di çeperên xwe de li dijî dagirkeran serî netewandin û berxwedanek dîrokî meşandin.

Gelek rêhevalên me bi berdêlên mezin ji bo nirxên ku şehîdan afirandîn hem jî ji bo parastina gelê me li berxwedan û heta gihiştin şahedetê. Me ji ber rewşa şer heta niha nasnameyên du hevalên xwe yên ku di Pêngava Yekem û Pêngava Duwem a Berxwedana Serdemê de bi topbarankirina firokeyên şer ên dewleta Tirk a dagirker şehîdketine nekarî bidin. Niha em nasnameyên wan şervanên xwe eşkere dikin.

Nasnameyên şervanên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Feda Welat

Nav û Paşnav: Orhan Qiço

Navê Dayîkê: Rece Elî

Navê Bav: Xesan

Cihê Jidayîkbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şahedetê: Gundê Hec Xelîl/ Raco/Efrîn/4’ê Adara 2018

***

Nasnav: Helbest Xwînda

Nav û Paşnav: Usama Tayib Bêkes

Navê Dayîkê: Adîbe

Navê Bav: Tayib

Cihê Jidayîkbûnê: Hewlêr

Cih û Dîroka Şehadetê: Çiyayê Hawar/Raco/ Efrîn / 3’yê Nîsana 2018”