Rizgar Fedakar: Efrîn ji Erdogan re namîne

Yek ji gaziyên Rojavayê Kurdistanê Rizgar Fedakar bal kişand ser berxwedana gel a Efrînê û got:“Dewleta Tirk xwest bi dagirkeriya Efrînê gelê Kurd teslîm bigre, lê encam ne girt. Gelê Efrînê ji heft salî heta 70 salî berxwedaneke dîrokî kir.”

Yek ji gaziyên Rojavayê Kurdistanê Rizgar Fedekar têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, êrîşên li dijî gelê Kurd nirxandin kir û got: “Çi dibe bila bibe Efrîn wê were rizgarkirin.”

Fedekar bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û ev tişt got: “Bi pêşketina aramiyê û fedraliya demokratîk a li Bakûrê Sûriyeyê ji aliyê QSD’ê ve welatê Sûriyê ber bi aramiyê ve di çû. Dewleta Tirk a dagirker bi hincetê ku ev yek ji bo xwe kir metirsî û êîşî kir.Ji bo vê jî bike dewleta Tirk bi Rûsyayê re karibû êrîşê Efrînê bike, ev jî li herêmê bû destpêka şerekî nû.”

‘DAIŞ JI NÛ VE ZINDÎ BÛ’

Rizgar Fedekar diyar kir ku bi êrîşên dewleta Tirk re DAIŞ ji nû ve zindî bû û wiha domand; “Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriye û Efrînê bû sedema şerekî nû û çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve zindî bibin. Erdogan dixwest bi hedef kirina Kurdan re di hilbijartinan de serbikeve û dixwaze çanda Kurdan ji holê rabike û gelek cihên dirokî li Efrînê xirab kir.”

‘DIXWAZE ÎRADEYA GELÊ KURD TESLÎM BIGRE’

Fedekar qala berxwedaniya gelê Efrînê kir û wiha domand; “Dewleta Tirk bi êrîşên ku li ser Efrînê pêk tîne di xwest îradeya gelê Kurd teslîm bigire, lê encam negirt. Bi berxwedaniya ku li Efrînê pêş ket dîrokek nû li Rojhilata Navîn nivîsand. Gelê Kurd dîroka Osmaniyan baş dizane ji ber vê jî li Efrînê berxwedaniyek pir mezin li hember teknolojiya herî pêşketî ya NATO da nîşandan. Bi vê yekê jî parastina çand, exlaq û wêjeya xwe kirin û li dijî teknolojiya herî pêşketî qehremantiyên mezin kirin.”

‘EFRÎN WÊ JI ERDOGAN RE NE MÎNE, EM Ê EFRÎNÊ AZAD BIKIN’

Gaziyê Rojava Rizgar Fedekar herî dawî got wê Efrîn ji Erdogan re nemîne û wiha pêde çû: “Gelê Efrînê ji heft heta heftê salî li dijî artêşa Tikiyê sekinîn û berxwedaniyek dîrokî nîşandan. Tevî ku gelê Efrînê çekên xwe yên giran nebûn jî du mehan li ber xwe da. Ji bo azadiya Efrînê divê her kes zanibe ku Efrîn ji Erdogan re nabe mal. Em ê Efrînê azad bikin.”