Nasnameyên 6 şehîdên Efrînê hatin eşkerekirin

YPG'ê nasnameyên 6 şervanên 3-4'ê Nîsanê li Çiyayê Hawarê yê navçeya Racoyê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, di vî şerî de gelek çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, 3-4'ê Nîsana 2018'an li Çiyayê Hawarê yê li navçeya Raco ya Efrînê, li dijî leşker û çeteyên Tirk ên dagirker çalakî hatine lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çalakiyan de gelek çeperên dagirkeran hatine rûxandin û hejmareke zêde ya leşker û çete hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, 6 şervanên YPG/YPJ'ê yên di vî şerî de bi ruhê fedayî heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin, şehîd bûn.

Li ser nasnameyên şehîdan ev agahî hatin dayin:

Nasnav: Agirî Zagros
Nav û paşnav: Zozan Ibrahîm
Navê dayikê: Ferîde
Navê bav: Hemed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dema şehadetê: Efrîn-Raco-Çiayayê Hawar / 3 Nîsan 2018

***

Nasnav: Harun Mardin
Nav û paşnav: Abdullah Turgay
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Cimo
Cih û dema şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawar / 3 Nîsan 2018

***

Nasnav: Merwan Derwêş Laşer
Nav û paşnav: Abdullah Şimşek
Navê dayikê: Lutfiye
Navê bav: Mehmet
Cih û dema şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawar / 3 Nîsan 2018

***

Nasnav: Rênas Rêber
Nav û paşnav: Vedat Şahin
Navê dayikê: Saniye
Navê bav: Teyfik
Cih û dema şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawar/ 4 Nîsan 2018

***

Nasnav: Rizgar Amanos
Nav û paşnav: Abdurezak Çiçek
Navê dayikê: Fatma
Navê bav: Memet
Cih û dema şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawar / 4 Nîsan 2018

***

Nasnav: Şervan Şahan
Nav û paşnav: Baran Sevek
Navê dayikê: Hisniye
Navê bav: Heci
Cih û dema şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawar / 4 Nîsan 2018