Li Efrînê Xezeba Zeytûnê: Çeteyek mir, yek jî birîndar bû

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ku beriya niha bi demekê li Efrînê hate ragihandin, li dijî çeteyan çalakiyan dike. Herî dawî çeteyek hate kuştin, yek jî birîndar bû.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand, êvara 25'ê Hezîranê li cihekî navbera gundên Amara û Şexutka yên li navçeya Mabata ya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî hatiye kirin.

Li gorî agahiyan, di çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin, serçeteyê bi navê Derzî Ebû Xalid jî birîndar bûye.

Fermandariya Odeya Operasyonê ya Xezeba Zeytûnê daxuyanî da û ogt, "Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên wê û xayinên bi wan re dixebitin ku Efrîn dagir kirine û zilmê li gelê me dikin, wê di hedefa me de bin."

Di dewama daxuaniya fermandariyê de hate gotin, "Çalakiyên me wê bi berfirehî bidomin û weke Odeya Çalakiyan em ê çalakiyên xwe ji niha û pê ve xurtir bikin."

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, çalakiya xwe ya destpêkê 9'ê Hezîranê kiribû. Di vê çalakiyê de serçeteyê koma bi navê El-Cebha El-Şamiya Ehmed Misto (Ebû Eslan El-Kurdî) hatibû kuştin.