Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

YPG li Efrînê li dagirkeran dide: 6 çete hatin kuştin

Li navçeyên Şera û Bilbilê û li navenda Efrînê di çalakiyên şervanên YPG û YPJ'ê de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser çalakiyên hêzên wan ên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

LI NAVÇEYA ŞERAYÊ 2 ÇETE HATIN KUŞTIN, 3 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyên koma bi navê "Dadgeha Şerî" ya dewleta Tirk roja 18'ê Hezîranê hewl dan gundiyekî li herêma Xerab a navçeya Şerayê birevînin û hêzên wan wesayita vê koma çete kirin hedef.

Navendê diyar kir ku di dema derbasûna wesayita çeteyan de teqemeniya li rê hatibû bicihkirin hatiye teqandin û 2 çete hatine kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

LI NAVÇEYA BILBILÊ KEMÎN HATE DANÎN: 2 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li gorî daxuyaniyê, şervanên YPG/YPJ'ê 19'ê Hezîranê jî li gundê Hiyama yê navçeya Bilbilê kemîn danîn ber çeteyên Feyleq El Şam û di encamê de 2 çeteyên bi navê Hisên El Ebûd û Umer El Kalo yê ji Îdlibê hatin kuştin.

2 ÇETE LI NAVENDA EFRÎNÊ HATIN KUŞTIN

Hate ragihandin, li nêzî goristana taxa Elzêdiyê ya navenda Efrînê jî roja 20'ê Hezîranê bombeya li wesayita çeteyên Firqet El Hemze hatibû bicihkirin hate teqandin û çeteyên bi navê Ehmed El Iwed ê ji Reqayê û Ebd El Fetah Şobek ê ji Îdlibê hatin kuştin."

Navendê bi bîr xist ku bi çalakiyên dawî re hejmara leşker û çeteyên artêşa Tirk ên ji destpêka Berxwedana Serdemê ve hatine kuştin bûye 2485.