Welatiyên Babê bangî QSD’ê kirin: Me ji dagirkeriyê rizgar bikin

Welatiyên Babê ragihandin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê qebûl nakin û bang li hêzên QSD’ê kirin ku wan ji dagirkeran rizgar bikin.

Li herêma Bab a Bakurê Sûriyeyê bi sedan kes bi dirûşmeya ‘Ji dagirkeriyê re na’ daketin qadan û bang li QSD’ê kirin ku herêm û wan ji daigrkeran rizgar bikin.

Çalakgerên beşdarî meşa li dijî dagirkeriyê bûyîn, têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk axivîn. Gel ji bo rizgarkirina herêma wan ji dagirkeran bang li hêzên QSD’ê kirin.

Welatiyên Babê yên ku ji ANHA’yê re axivîn wiha gotin;

Hemîd Îlyas: Dewleta Tirk bê heq bajarê me dagir kir. Em dagirkeran li ser axa xwe qet qebûl nakin. Erdogan li herêmên dagirkirine rojane komkujiyên sivîlan dike û çeteyên wî milkên sivîlan didizin û talan dikin, dar û malên wan dişewitînin. Em dixwazin ku Hêzên Sûriyeya Demokrtîk herêma me ji çeteyên dagirkeriya Tirkiyê rizgar bike.

Ebdulhenan Hisên: Em dagirkeriya Tirkiyê bi ti awayî qebûl nakin, em bang li QSD'ê dikin bila herêmên ku Erdogan û çeteyên wî dagir kirine rizgar bikin. Erdogan dixwaze împratoriya Osmaniyan ku 400 salan Sûriyê hikum kir vegerîne.

Ilêwî Hesen: Bila Tirkiyê ji welatê me bicehenime, sivîlan dikujin, direvînin û talankirinê dikin. Em dixwazin di çarçoveya rêveberiya demokratîk de em xwe bi rê ve bibe. Banga me li QSD'ê herêm û me ji çeteyên dagirkeriya Tirkiyê azad bike.