Li Reqayê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê hişyarî hate dayin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Reqayê li dijî êrîşên gengaz ên çeteyên DAÎŞ'ê ji bo du rojan derketina derve qedexe kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Reqayê, derketina derve û rewşa lezgîn îro saet 5'an dest pê kiriye û wê 2 rojan bidome.

Li ser dema biryarê jî wiha hate gotin: "Li gorî agahiyên ji hêzên îstîxbaratê hatin girtin, hin çeteyên DAÎŞ'e ji hucreyên xwe derketine. Armanca van jî xerakirina aramiya Reqayê ye.

Ji bo ewlekariya tevahiya bajarê Reqayê û sivîlan, derketina deve hatiye qedexekirin û rewşa lezgîn hatiye ragihandin. Rewşa lezgîn ji saet 5'an ê 24'ê Hezîranê heta 26'ê Hezîranê wê dewam bike. Banga me li gelê me ew e ku li gorî biryarên Fermandariya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Reqayê tevbigere û bi vî rengî pêşî li planên terorîstan bigire."