Şervanên QSD’ê li sînorê Iraqê 2 gund rizgar kirin
Şervanên QSD’ê di çarvoveya Pêngava Bagera Cizîrê de gundên bi navê Recim El Hecer û Marûf ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên QSD’ê di çarvoveya Pêngava Bagera Cizîrê de gundên bi navê Recim El Hecer û Marûf ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ya ji nû ve destpê kirî di roja 20’ê de dewam dike.
Piştî şerê dijwar û şûnde, şervanên QSD’ê gihiştin sînorê Iraqê. Şervanên QSD’ê gundên Recim El Hecer û Marûf ên dikevin ser sînorê Iraq-Sûriye ji çeteyan paqij kirin.
Bi vê yekê li herêmê çeteyên DAIŞ’ê di qadeke deng de asê mane.