Gundewarên Hesekê bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya operasyonên Pêngava Bagera Cizîrê de temamiya gundewarên Hesekê ji dagirkeriya DAÎŞ'ê rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de qadeke ji 600 kîlometreçargoşeyî ji çeteyan paqij kirin ku bajarokê Dişîşa jî di nav de ye. bi vî rengî gundewarên li başûrê Hesekê b temamî hatin rizgarkirin.

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah ji ANHA'yê re axivî û got, şervanên QSD'ê piştî ku ji nû ve dest bi pêngava Bagera Cizîrê kirin, bajarokê Dişîşa jî di nav de gelek cihên stratejîk ên li ser sînorê Sûriye-Iraqê rizgar kirin.

Ebdullah bal kişand ser operasyona hevpar a bi artêşa Iraqê re û diyar kir, heta ku sînorê Sûriye-Iraqê bi temamî ewle bibe û herêm ji çeteyan bê paqijkirin wê hevkariya wan bidome.