Bagera Cizîrê: 274 çete hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê ragihand ku di şerê rizgarkirina bajarokê Dişîşayê de 274 çete hatine kuştin.

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê têkildarî şerê rizgarkirina bajarokê Dişîşa daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê diyar kir ku di şer de 4 serçete jî di nav de 274 çete hatin kuştin û 13 jî dîl hatin girtin, bi sedan sivîl hatin rizgarkirin û 3 şervanên QSD’ê şehîd bûne.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatî weşandin wiha ye;

“Odeya Çalakiyan diyar kir ku Pêngava rizgarkirina bajaroka Dişîşa di dîroka 3'ê Hezîrana 2018'an de ji du baskan ve rojava (Şedadê) û rojhilat (Hol) destpê kir. Pêngav bi rizgarkirina bajaroka Dişîşayê, gund û mezreyên wê ku dirêjahiya 600 km2 çargoşeyî, her wiha rizgarkirina deriyê Til Sifûk bi encam bû. Di dîroka 24'ê Hezîrana 2018'ande hêzên QSD'ê û hêzên Iraqê li ser sînor gihan hev.

BI SEDAN WELATIYÊN SIVÎL HATIN RIZGARKIRIN

Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi sedan sivîl rizgar kirin, tîmên rakirina mayîna, mayînên ku çeteyên DAIŞ'ê bi armanca astengkirina pêşveçûnên şervanan çandibûn, bê bandor kirin. Her wiha hate diyarkirina ku di şer de tuneleke DAIŞ’ê ji aliyê şervanan ve hatiye dîtin.

274 ÇETE HATIN KUŞTIN, 13 ÇETE DÎL HATIN GIRTIN

Di şerê navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de ku çekên sivîl, navîn û giran li herdu baskan hatin bikaranîn, 4 jê serçete di nav de bi giştî 274 çete hatin kuştin û 13 jî dît hatin girtin.

Şervanên me wesayîteke Banco, du wesayîtên bombebarkirî, wesayîteke bi cebilxane barkirî, hejmareke motorsêklêt rûxandin û 8 pargehên wan jî kirin hedef. Li aliyekî din jî 6 topên hawan, 2 obus, 2 çeperên çeteyên DAIŞ jî hatin rûxandin.

HEJMAREKE CEBÎLXANE KETE DESTÊ ŞERVANAN

Miqtara cebilxaneyên ketine destê şervanan wiha ye; Doçka 23, doçka 12.0, obus SPG9, 13 topên RPG 7, 3 çekên RPG7, wesayîteke bomebekirî, sarîcek mezin, 3 telefonên betel (Hitra), wesayîteke Hemmer, miqdareke mezin cebilxane, 6 telefonên destan ji bo teqînê û du sarîc yek jê bomebekirî hatin ketin destê şervanan.

3 ŞERVANÊN ME ŞEHÎD BÛ

Di şerê rizgarkirina bajarokê Dişîşayê de 3 şervanên me şehîd bûn û 20 şervan jî birîndar bûn.”