Hêzên rejîmê rojhilatê bakur ê Derayê pêçan

Rejîma Sûriyê, li herêma Derayê du jîgehên di dest komên çekdar de ji wan stand, dorpêça li rojhilatê bakur temam kir.

Rejîma Sûriyê ya bi desteka Rûsyayê ev heftiyeke rojhilatê Derayê pir zêde bombe dike. Ev herêma li başûrê welêt, li platoya Golanê û li ser sînor e, ku di bin dagirkeriya Urdun û Israîlê de ye.

Hêzên rejîmê Sêşemê Bars el Harîr û Mlîhat el Ataş ku cîranê hev in, standin û qadên li rojhilatê Derayê yên di dest komên çekdar de dabeş kir.

Midûrê Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê Rabî Abdul Rahman ji bo vê operasyonê got, ‘’pêşketina herî girîng a rejîmê ya vê heftiyê’’. Rahman got rojhilatê bakur bi temamî hatiye dorpêçkirin.

Li gorî Mala Çavdêr Duşemê li Basr El Harîrê bi kêmanî 15 endamên koma çekdar hatin kuştin. Ji Sêşema bihurî ve 29 endamên komên çekdar, 24 rejîmên leşker û 32 sivîl hatin kuştin.

Hate gotin hêza hewayî ya Rûsya jî herêma rojhilat a Derayê bombe dike, li gorî Mala Çavdêr 20 hezar kes ji vê sektorê reviyan.

Ev herêmên ku di dest komên çekdar de Tîrmeha 2017’an weke herêmên bê şer û pevçûn hatibûn ragihandin. Peymana agirbestê di navbeyna Moskow, Washîngton û Ammanê de hatibû danîn. Dera û Kuneytra 70 ji 100’î di dest komên çekdar de ne. Rejîm jî herêma sêyan ku başûr temam dike, Suveydayê kontrol dike

Tê gotin Amerîkayê pişta xwe daye komên çekdar ên li herêmê, ku berê alîkarî bi wan re dikir. Heftiya bihurî berpirsekî koma çekdar gotibû heke rejim operasyonekê bi ser wan de bîne DYA wê alîkariyê bi wan re neke.