Cenazeyê şervanên YPG’ê Dilşêr û Şahîn spartin axê

Cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Xêr Hamûd (Dilşêr) û Mihemed Ebîd (Şahîn) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, Li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê spartin axê.

Sedan kesî cenazeyên şervanênYPG`ê Mihemed Xêr Hemûd (Dilşêr) û Mihemed Ebid (Şahîn) yên ku di 18'ê Hezîranê de şehîd bûne ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û bi kerwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk dihat ku bi wêneyên şehîd hatibûn xemilandin ber bi Goristana şehîd Dijwar ve ketin rê.

Girseya gel bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" beriz dikirn. Li goristanê jî cenazeyê şehîdan ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan ve destpê kir.

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Armîn Mardo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Armîn di axaftina xwe de banga mezinkirina asta têkoşînê ta pêkanîna armancên şehîdan kir.

Fermandarên YPG‘ê Birûsk Hesekê jî axivî û got: “Şehîd bi xwîna xwe ya pîroz rêya me ronî kirin. wekî YPG‘ê em soz didin ku em xeta wan berdewam bikin.”

Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî di merasîmê de axivî û got: "Bi saya şehîdan em bi aramî dijîn û bi keda wan em ê bi sekevin. Şehîd namirin.”

Di dawiya merasîmê de nasmeya şehîd hate xwedin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve spartin axê.