ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirker darên zeytûnê dibirin û difiroşin Tirkiyeyê
Dagirker darên zeytûnê yên Efrînê dibirin û difiroşin Tirkiyeyê. -
Çeteyan li Efrînê 13 kes revandin, gel rabû ser piyan
Çeteyên girêdayî Firqet El Hemze ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 13 welatiyên sivîl ên Efrînê revandin, gel li dijî vê rabûn ser lingan. -
Li Efrînê di navbera komên çete û eşîreta Bobena de şer derket
Eşîretên Ereban li dijî êrîş û talankirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê nerazîbûn nîşan dan. Di navbera eşîreta Babena û artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê de derket. -
TEV-DEM: Em êrîşa li Siwêda bi tundî şermezar dikin
Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê diyar kir ku ew êrîşa li Siwêda bi tundî şermezar dikin. TEV-DEM’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest. -
Bîlançoya êrîşên li Sûweydayê giran dibe: 250 mirî
Li gorî bîlançoya dawî ya êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêma Sûweyda ya li başûrê Sûriyeyê, ku roja Çarşemê bi rengekî koordîneyî hatin kirin, nêzî 250 kes mirin. -
Xezeba Zeytûnê: Li Ezazê çeteyekî Sûltan Mûrad hate kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku li Ezazê çeteyekî Sûltan Mûrat ê dewleta Tirk hatiye kuştin. Şervanan dîmenê çalakiyê weşandin. -
Li Îdlibê teqînek pêk hat
Li bajarê Îdlib ê Sûriyeyê teqînek pêk hat. Teqîn li herêma Cisir El-Şixûr pêk hat ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Li ser encamên teqînê agahiyeke zelal bi dest neket. -
YPG'ê li ser êrîşa dewleta Tirk a li Serêkaniyê daxuyanî da
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşa dewleta Tirk a li Serêkaniyê ku 2 sivîl birîndar bûn daxuyanî da. YPG'ê diyar kir ku bersiv ji êrîşê re hatiye dayin û şervanekî wan ê sivîl diparast birîndar bû. -
Krîza aboriyê ya li Îranê: Serkêşê Bankaya Navendî hate guhertin
Li Îranê ku krîza aboriyê giran bûye û qîmetê pereyê Îranê ji her demê bêhtir kêm bûye, ji bo serokatiya Bankaya Navendî rêveberekî nû hate wezîfedarkirin. -
Leşkerên Tirk li Serêkaniyê 2 sivîl birîndar kirin
Hêzên dagirker ên Tirk gule li taxeke navçeya Serêkaniyê ya Kantona Hesekê reşandin. Ji ber êrîşa leşkerên Tirk 2 sivîl birîndar bûn. -
Li Şedadê teqînek pêk hat
Li navçeya Şedadê ya Hesekê ji ber teqînekê kesek mir, 5 kes jî birîndar bûn. -
Ji ber êrîşên xwekujî herî kêm 40 kes li Sûriyeyê mirin
Çeteyên DAÎŞ'ê li herêma Sûweydayê ku di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ye, gelek êrîşên xwekujî kirin. Ji ber êrîşan herî kêm 40 kes mirin. -
Artêşa Tirk êrîşî gundê Elî Şar ê Kobanê kir
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku li ser sînorên xeta bajarê Kobanê bi cih bûne, ketober gule li gundê Elî Şar ê dikeve rojhilatê Kobanê reşandin. -
Şervanên QSD’ê li Dêra Zorê 35 kîlometre pêşve çûn
Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê didome. Şervanên QSD’ê di nava 24 seatan de li herêmê 35 kîlomtre pêşve çûn. -
Li Dêra Zorê pêngava paqijkirina bermayên şer hate destpêkirin
Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê pêngava paqijkirina bermayên şer ên DAIŞ’ê li herêmên hatine rizgarkirin da destpêkirin. -
Çeteyên girêdayî Enqereyê li Efrînê 2 bira qetil kirin
Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 2 bira revandin û piştre bi êşkenceyê ew qetil kirin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 30 sivîl revandin
Hate ragihandin, roja 22'ê Tîrmehê çeteyên Cebhet El Şamiye 30 sivîl ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê revandine û ji bo her mirovekî 3 hezar dolar fîdye xwestine. Tê gotin, 13 kes hatine berdan, lê agahî ji 17 kesan nayê girtin. -
Çeteyên Tirk li Efrînê kalekî din revandin
Çeteyên artêşa Tirk kalekî bi navê Şahîn Bexdadî revandin û êşkence lê kirin. -
Dildara xaka xwe: Canfîda Rojava
Şervana YPJ'ê Bêrîvan Mûrad bi nasnav Canfîda Rojava di 24'ê Tîrmeha 2013'an de di şerê hebûnê de li bajarokê Çilaxa yê Rojavayê Kurdistanê şehîd dibe. -
Cenazeyê şervana YPJ’ê Arîn Qamişlo spartin axê
Cenazeyê şervana YPJ’ê Arîn Hacî ya bi nasnav Arîn Qamişlo dema ku li Til Koçer li ser erka xwe şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a Qamişlo spartin axê. -
Li Şehbayê li pey hev teqîn çêbûn
Li gundê Bab Leymûn ê Şehbayê di dema kombûna dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê de teqînek çêbû. Li pêşiya Meclîsa Exterîn a ku ji aliyê dagirkeran ve hatibû avakirin jî teqînek din çêbû. -
Artêşa Tirk û çeteyê wê Çiyayê Hewar ê Efrînê şewitand
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê çiyayê Hewar ê Efrînê dan ber agir. -
Li Efrînê serçeteyê Feyleq El-Şamê hate kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiya hêzên wan de serçeteyê ‘Koma Keşfê’ yê çeteyên Feyleq El-Şamê hatiye kuştin. -
Cangoriyê Suryanî Ramî Zeya Davîd li Tirbespiyê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Ramî Zeya Davîd (Karlos) ku dema bi erka xwe radibû ji ber qezaya trafîkê şehîd bû, li goristana Horî ya Tirbespiyê hate veşartin. -
Cenazeyê 2 şehîdan li Dêra Zorê hate veşartin
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hemûd El-Hesen û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed El-Rewac bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê El-Bisêrê veşartin.