ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Cindirêsê mayîna çeteyan teqiya: Cotkarek birîndar bû
Cotkarê li navçeya Cindirês a Efrînê baxçeyê xwe dikêla, di encama teqîna mayîna çeteyên girêdayî artêşa Tirk de birîndar bû. -
YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
Li Efrînê 3 çeteyên Tirk hatin kuştin
Li Efrînê, di çalakiyên YPG/YPJ'ê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin ku yek ji wan serçete ye. -
Li Kobanê yekemîn mala bêkesan vedibe
Bi pêşengiya Weqfeya Jina Azad a Rojava li Kobanê mala bêkes û sêwiyan tê vekirin. Armanca malê ew e ku xwedî li zarokên malbatên xwe di şer de winda kirî derkeve. -
Esad dike başûrê rojavayê Sûriyeyê têxe bin kontrola xwe
Hêzên hikumetê yên Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê dike li başûrê rojava cihekî din jî têxe bin kontrola xwe. -
Piştî teqînê çeteyan êrîşî gel kirin
Piştî teqîna li nava çeteyên li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê û şûnde, çeteyan êrîş gel kirin, 4 kes revandin. -
NÛ BÛ- Li nûqteya çeteyan a li gundê Basûtê ya Şêrewayê teqînek pêk hat
Li herêma ku çeteyê li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi cih bibûn, teqînek pêk hat. -
Çeteyan li Cindirêsê ji 30’î zêdetir welatî revandin
Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, li Efrînê ji 30’î zêdetir welatiyên sivîl revandin, dest danîn ser mal û tiştên wan. -
Çeteyên Tirk li Helebê ji hev kuştin
Li navçeya Exterîn a Helebê, çeteyên Eniya 51'ê û Sûltan Mûrad bi hev ketin. Çeteyan ji hev kuştin. -
Çeteyên DAÎŞ'ê li Suweydayê herî kêm 36 jin û zarok revandin
Çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî Suweydayê êrîşeke koordîneyî pêk anîn û herî kêm 36 jin û zarok revandin. -
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê El-Qasim hate veşartin
Welatiyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Ebdûlkerîm El-Qasim (Ebû Ereb) bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Minbicê veşartin. -
Li Efrînê 11 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
YPG'ê diyar kir ku li Efrînê di encama çalakiyên wan de 11 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Muslim: Em dixwazin sîstema demokratîk li Sûriyeyê bi cih bikin
Salih Muslim li ser hevdîtina heyeta MSD'ê ya bi hikumeta Sûriyeyê re ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wê veger li sîstema berê ya dîkatorî nebe. Muslim got, "Em dixwazin sîstema xwe ya demokratîk li gelemperiya Sûriyeyê belav bikin." -
Artêşa Tirk û çeteyê wê xwezayê qetil dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê yên ku êrîşên qirker û dagirkeriyê yên li ser Efrînê dike, vê carê jî xwezayê qetil dike. Çeteyan li gundê Hec Hesna ê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê bi sedan darên zeytûnan şewitandin. -
YPG: Artêşa Tirk li Efrînê lez dane xebatên xwe yên kontrayan
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bibîr xist ku êrîşên der mirovî yên artêşa Tirk û komên çeteyên girêdayî wê yên li ser welatiyên sivîl û gelê Efrînê didome. YPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê cilên YPG’ê li xwe dikin û xebatên kontrayan dikin. -
Muslim: Hevdîtina MSD’ê û rejîmê gaveke erênî ye
Muslim têkildarî hevdîtina heyeta MSD’ê ya li gel rejîma Sûriyeyê bibîr xist ku armanca hevdîtinê nêzîkatiyê rejîmê ya li ser pirsa Kurd a li Sûriye û dîsa rêya domandina danûstandina ne. -
Li Efrînê 3 sivîlên din jî hatin revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Mosaka yê Racoya Efrînê sê sivîlên din revandin. -
Di hevdîtina MSD-Şamê de biryara avakirina komîteyan hate girtin
Li ser vexwendina Beşar Esad heyetek ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk serdana Şamê kir û di hevdîtinê de biryara avakirina komîteyên hevpar di her alî de hate girtin. -
Dewleta Tirk li gundekî Efrînê dar û baxçe şewitand
Artêşa dagirker a Tirkiyeyê li gundê Sorxankê ya Şêrawaya Efrînê di nava mehekê de 41 donim erd û bi hezaran dar şewitand. -
Li Serêkaniyê şehîdên YPG’ê hatin veşartin
Bi tevlîbûna sedan kesî li Serêkaniyê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Cemîl (Dilgeş Serêkaniyê) û Mihmed Xelef (Masîro) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan hatin veşartin -
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê El-Mihemed spartin axê
Bi tevlîbûna dehan welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemîd El-Mihemed ê di Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî spartin axê. -
Nasnameya 3 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe yên di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Artêşa Tirk dengbêjekî Efrînî revand, agahî jê nayê girtin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, beriya niha bi mehekê li Efrînê dengbêj Hesen Ebdo revandin. Agahî jê nayê girtin. -
MSD bi awayekî fermî serdana Şamê kir
Heyetek ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, li ser bexwendina hikumeta Sûriyeyê bi awayekî fermî serdana Şamê kir. -
Esad: Pêwîstî pê heye ku leşkerên Rûs demeke dirêj bimînin
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir, leşkerên Rûs ên ku ji sala 2015'an û vir ve li Sûriyeyê ne, pêwîstî pê heye ku 'demeke dirêj' lê bimînin.