Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker 25'ê Tîrmehê saet 07:30'î li derdora Saûma ya Serêkaniyê li dijî sivîlan hatiye kirin.
YPG'ê da xuyakirin ku leşkerên Tirk ên dagirker gule yekser li sivîlan reşandine û wiha dewam kir: "Ji ber guleyên ji aliyê leşkerên li ser sînor hatin reşandin, sivîlên bi navê Elî Nacî û Mûsa Ebeyd birîndar bûn."
Navendê ragihand ku şervanekî wan ê bi navê Îbrahîm Sarabî ku hewl dida birîndaran rizgar bike, ji ber êrîşê birîndar bû.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Artêşa Tirk a dagirker her gava ku firsendê dibîne êrîşkariya xwe nîşan dide. Hêzên me yên li ser sînor di cih de bersiva êrîşê dan."