Cenazeyê şervana YPJ’ê Arîn Qamişlo spartin axê

Cenazeyê şervana YPJ’ê Arîn Hacî ya bi nasnav Arîn Qamişlo dema ku li Til Koçer li ser erka xwe şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a Qamişlo spartin axê.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Arîn Hacî ya bi nasnav Arîn Qamişlo dema ku li navçeya Til Koçer li ser erka xwe şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a Qamişlo spartin axê. Girseya ku cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a li Dêrikê girtin, bi konvoyekê ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Fermandar YPJ’ê Nûjîn Dêrik di merasîmê de axivî û bibîr xist ku şehîd Arîn bi ruhekî fedayî heta dawî cihê xwe di berxwedanê de girt.

Piştre jî li ser navê Rêveberiya Malbatên Şehîdan Heqî Dêrik jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku wê heta dawî şopdarên rêya şehîdan bin.

Cenazeyê şehîd piştî axaftinan û şûnde bi tilîlî û dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ spartin axê.

Nasnameya şervana YPJ’ê wiha ye;

Nasnav: Arîn Qamişlo

Nav û paşnav: Arîn Hacî

Navê dayikê: Qediriya

Navê Bav: Izedîn

Cihê Jidayikbûnê: Abira – Girkê Legê

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Qamişlo/ 23/03/2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Koçer/ 22/07/2018