Cenazeyê 2 şehîdan li Dêra Zorê hate veşartin
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hemûd El-Hesen û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed El-Rewac bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê El-Bisêrê veşartin.
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hemûd El-Hesen û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed El-Rewac bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê El-Bisêrê veşartin.
Bi sedan welatiyên gundewarên rojhilatê Dêra Zorê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hemûd El-Hesen û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed El-Rewac (Rewac) ku dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn, bi merasîmekê spartin axê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wefa Celal, li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê Casim El-Hesen û li ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Heqî Dêra Zor axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan. Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîdan hate xwendin û radestî malbtên wan hatin kirin.
Girseya gel, cenzayên herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê spartin axê.