Çeteyên girêdayî Enqereyê li Efrînê 2 bira qetil kirin

Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 2 bira revandin û piştre bi êşkenceyê ew qetil kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Ehrar El-Şam du birayên bi navên Casim Ebd Efarim (23) û Xelef Ebd Efarim (25) revandin.

Çeteyan herdu bira birin girtîgeha parêzgeha Îdlibê û li wir bi awayekî hovane êşkence li wan kirin, ji bo serbestberdana wan jî mîqdarek mezin a pereyan ji malbata wan xwest. Lê duh çeteyan li gundê Xirbet El-Coz a li nêzî deriyê sînor ê Bab El-Hewa ya Îdlibê her du bira qetil kirin. Diyar bû  malbatê cenazeyên her du birayan bi dest xistin û ew li goristana taxa Zêdiyê ya Efrînê veşartin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Efrînê bê navber didomînin. Her roj bûyerên dizî, talan û kuştinê tên kirin.

Hate zanîn ku di meha derbasbûyî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan welatiyên kantona Efrînê kuştin. Ji wan nasnameya kalepîrê 70 salî Hemdî Ebdo yê ji gundê Berad û hevjîna wî Sultana Xelîl Nasro (70) piştî êşkence kirin, bi recmê qetil kirin. Her wiha ciwanê 21 salî Dilovan Ismet ê ji gundê Cilbirê dema dixwest derbasî xaka Tirkiyeyê bibe, li herêma Silqîn a Parêzgeha Îdlibê hate kuştin. Ne tenê wiha kesê bi navê Hisên Şêxo (52) ku di mêjiyê de xwe astengdar e, di êşkenceyê hate kuştin.