TEV-DEM: Em êrîşa li Siwêda bi tundî şermezar dikin

Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê diyar kir ku ew êrîşa li Siwêda bi tundî şermezar dikin. TEV-DEM’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê diyar kir ku ew êrîşa li Siwêda bi tundî şermezar dikin. TEV-DEM sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê yê TEV-DEM’ê Kemal Akîf hate xwend.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê ya li ser êrîşên Siwêda wisa ye:

“Agahiyên ku ta niha gihîştine me, dewleta Tirk hîn binpêkirinên xwe li Efrînê berdewam dike. Rewşa revandinê didome û ji xwediyê wan daxwaza diravan dikin û eger ew dirav neyên dayîn jî yên revandî tên kuştin. Li Efrînê kiryarên terora DAIŞ`ê bi awayekî zelal tên xuyakirin ku hin kesên revandî hatine dîtin û bandora îşkenceyê li ser laşê wan hebû û her wiha hin termên ku perçe perçe bûne, hatin dîtin. Tecawiz li ser kal û pîr û jinan berdewam e û hin kesên xwedî pêdiviyên taybet jî hatine revandin. Tiştê li Serêkaniyê çêbû jî hewildanên xerakirina aramî û ewlehiya herêmê bû, divê tevahî dewletên cîhanê ji bo rawestandina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê têkevin nav hewldanan.

ÊRÎŞA LI SIWÊDA

Em êrîşa li Siwêda ya di 25’ê Tîrmeha 2018´an de çêbûye, bi awayekî tund şermezar dikin û em piştgiriya gelê wê dikin. Armanca vê êrîşê heman armanca êrîşa li ser Efrînê ye ji ber ku şerê gelê dijî terorê berê û ta niha jî ew ji bo parastina tevahî Sûriyeyê bû. Kesên ku bûne qurbanî em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û ji bo birîndaran re em şîfaya lezgîn dixwazin. Ev tiştê ku çêbû car din teqez dike ku êdî ji bo aloziya Sûriyeyê dema çareseriyê hatiye. Pêwîst e hemû ked xizmeta çareseriyê bike û bêyî şîddet û cudakarî Sûriyeyeke demokratîk were avakirin.”