Li Şedadê teqînek pêk hat
Li navçeya Şedadê ya Hesekê ji ber teqînekê kesek mir, 5 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Şedadê ya Hesekê ji ber teqînekê kesek mir, 5 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê, li navçeya Şedadê danê vê sibehê saet 08:30'î li nêzî santrala elektrîkê teqînek pêk hat.
Ji ber teqînê welatiyê sivîl ê bi navê Hac Ebû Hawûd jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Hesekê. Hêzên Asayîşê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.