Şervanên QSD’ê li Dêra Zorê 35 kîlometre pêşve çûn

Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê didome. Şervanên QSD’ê di nava 24 seatan de li herêmê 35 kîlomtre pêşve çûn.

Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji aliyê QSD‘ê ve bi armanca rizgrkirina bejahiya Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ‘ê hatiye destpêkirina di qonaxa duyemîn de didome.

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngavê de ku di 4‘ê Hezîranê ve destpê kiriye gundewarên başûrê Hesekê bi temamî hate rizgarkirin. Şervanên QSD‘ê niha jî li bejahiya (sehra) rojhilatê Dêra Zorê de pêş dikevin.

Di nava 24 saetên dawî de, li herêma newala Rewda şerên giran di navbera çeteyên DAIŞ‘ê û çervanên Pêngava Bagera Cizîrê de qewimîn. Şervanan 35 km pêş ve çûn.

Di derbarê pêngavê de şervanê QSD‘ê Mihemed El-Abid ji ANHA yê re axivî û wiha got; “Di nava 24 saetên dawî de me dirêjahiya 35 km ber bi bajaroka Baxûz ve rizgar kir. Rexmî germê pêngava berdewam e û heta tinekirina DAIŞ’ê wê bidome.”

Li derdora newala Rewda gelek gir hene, çeteyan li hemberî pêşketin şervanên QSD‘ê xwe li giran veşartin. Di şerê îro de şervanên QSD‘ê çeteyên DAIŞ li newala Rewda têk birin û ew neçarî revê kirin.

Li aliyekê din jî koordîneya di navbera QSD‘ê û artêşa Iraqê bi armanca ewlekariya sînor berdewam e. Pêşveçûnên şervanên QSD‘ê li bejahiya rojhilatê Dêra Zorê ji 3 aliyan ve berdewam e.