Ji ber êrîşên xwekujî herî kêm 40 kes li Sûriyeyê mirin

Çeteyên DAÎŞ'ê li herêma Sûweydayê ku di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ye, gelek êrîşên xwekujî kirin. Ji ber êrîşan herî kêm 40 kes mirin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li gel mirina 40 kesî bi dehan kes jî birîndar bûne.

Çeteyên DAÎŞ'ê piştî êrîşên xwekujî êrîş birin ser gundên herêma Sûweydayê ku bi temamî di kontrola rejîmê de ne.

Çete li çola li bakurê rojhilat ê herêma Sûweydayê hene û ji wir êrîş dikin.

Saziya Çavdêriyê ji bo êrîşên roja Çarşemê ragihand ku êrîşa herî berfireh a DAÎŞ'ê ya mehên dawî ye. Çeteyên DAÎŞ'ê ku li Sûriyeyê derba giran xwarine, tenê herêmeke biçûk di destê wan de mane.

Berpirsyarekî bajarê Sûweydayê ji AFP'ê re axivî û got, "Sê êrîşên xwekuj bombeyên li ser xwe pêçandibûn li nava bajêr teqandin." Berpirsyar diyar kir ku hin êrîşkarên din ên bombeyî jî êrîş birine ser gundên li bakurê rojhilat ê herêmê.

Qenala televîzyonê ya dewletê ragihand ku yekîneyên artêşê ji bo şikandina êrîşa çeteyan dest bi operasyonê kirine.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan da xuyakirin ku li dijî herêmên çeteyên DAÎŞ'ê lê bi pêş ve çûne êrîşên hewayî hatine kirin.

Wîlayeta Sûweyda li nêzî Dera û Kûneytrayê ye. 90 ji sedî yê Dera û Kûneytrayê ji aliyê rejîmê ve hatiye kontrolkirin.