Bîlançoya êrîşên li Sûweydayê giran dibe: 250 mirî
Li gorî bîlançoya dawî ya êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêma Sûweyda ya li başûrê Sûriyeyê, ku roja Çarşemê bi rengekî koordîneyî hatin kirin, nêzî 250 kes mirin.
Li gorî bîlançoya dawî ya êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêma Sûweyda ya li başûrê Sûriyeyê, ku roja Çarşemê bi rengekî koordîneyî hatin kirin, nêzî 250 kes mirin.
Çeteyên DAÎŞ'ê bi rengekî koordîneyî êrîş birin ser gelek gundên li herêma Sûweydayê. Di dema êrîşan de gelek çalakiyên xwekujî hatin kirin. Sûweyda ji aliyê rejîmê ve hatiye kontrolkirin. Çeteyên DAÎŞ'ê jî li çola li bakurê rojhilat ê vê herêma ku piraniya şêniyên wê Dûrzî ne. Sûweyda ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî û vir ve zêde neketibû bin bandora şer.
Ji roja Çarşemê û vir ve bîlançoya êrîşan timî zêde bû. Di êrîşan de ku çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya wan li xwe girtin, li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê nêzî 250 kes mirin. Midûrê Saziya Çavdêriyê Ramî Abdul Rahman got, "Niha 246 kes mirin e ku 135 jê sivîl in." Ji bilî sivîlan ên jiyana xwe ji dest dane; şervanên alîgirê rejîmê ne û gundiyên ku ji bo parastina gundên xwe rahiştine çekê.
Ramî Abdul Rahman got, "Bîlanço giran dibe. Gelek sivîl hîn winda ne."
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan herî kêm 45 çeteyên DAÎŞ'ê di dema êrîşan de mirine.