Krîza aboriyê ya li Îranê: Serkêşê Bankaya Navendî hate guhertin

Li Îranê ku krîza aboriyê giran bûye û qîmetê pereyê Îranê ji her demê bêhtir kêm bûye, ji bo serokatiya Bankaya Navendî rêveberekî nû hate wezîfedarkirin.

Velîûllah Seyf, ji destpêka Serokkomariya Hasan Rûhanî ji sala 2013'an û vir ve rêveberê sereke yê Bankaya Navendî bû. Li şûna Seyf, Abdulnasir Hematî hate wezîfedarkirin.

Li ser rêebirina krîza pere ya li Îranê rexne li Seyf dihatin kirin. Riyalê Îranê di nava sala dawî de nîvî bi nîvî li pêşberî buhayê dolar bê qîmet bû.

Rejîma Îranê qîmetê riyal a li pêşberî dolar, meha Nîsanê sabît kir. Lê ev jî nebû çare û Bankaya Navendî neçar ma ji vê biryarê vegere.

Piştî ku DYA xwe ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişand, riyalê Îranê hîn bê qîmet bû. Ev biryara Serokê DYA Donald Trûmp rê li ber tundkirina pêkanînên li ser Îranê vedike.

Seyf weke şexs jî di hedefa pêkanînên Wezareta Xazîneyê ya DYA de bû. Wezareta Xazîneyê Seyf sûcdar dike ku Mûxafizên Şoreşê bi milyonan dolar pere gihandine Hîzbûllah a Lubnanê.

Rûhanî ku par dîsa hate hilbijartin got, hikumet bi Hematî yê 61 salî bawr e û karê wî yê destpêkê jî qewirandina 'saziyên krediyê yên li derveyî qanûnan' e.