Êrîş, talan, qetilkirin û qirkirina çandê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Efrînê bê navber didome. Çeteyên Ehrar El Şam a girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi heman şêweyî êrîşî gel dike. Di navbera endamên eşîreta Babena yên nerazîbûn nîşanî vê kirin û çeteyan de şer derket.
Pêkanînên dij mirovahî yên mîna, talan, kuştin, revandin, dizîn, destdirêj û destavêtinê yên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ya li Efrînê her roja diçe dom dike. Ji hinek eşîretên ku li dijî van kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê bêdeg bûn, îro li dijî dagirker û çeteyan şer dikin.
Îro di saet 11:30’î, dema li kolana Eşrefiye El-Fîl dema ku çeteyên Ehrar El-Şam xwestin dozera endamê eşîreta Bobena yê bi navê Cemal Casim Bennavî bidizin, di navber Eşîreta Babena û çeteyan de şer derket.
Çavakaniyên herêmî ragihandin ku di şerê heta niha dom dike de, herî kêm 3 çeteyên Ehrar El-Şam hatine kuştin. Her wiha çavkaniyan anî ziman ku alozî li navenda Efrîn û taxa Eşrefiyeyê hê jî dom dike.
Ji meha Hezîranê ve di navbera dagirker û Eşîreta Babena yê de nakokî derketibû. Artêşa Tirk û komên çete, 5 encamên eşîretê qetil kiribûn. Di van şerê ji ber dizî, talan, zext û qetlîaman derektî de, artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Eşîreta Babenayê re balafirên keşfê û şer firandibûn.
Her wiha çavkaniyên herêmî îro jî ji Cindirêsê ragihandin ku di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û Cephe Şamiye ên li ser berhemên dizî û talanê li hev nekiribûn, şer kiribûn. Hate ragihandin ku ji her du koman çete birîndar bûne.