Çeteyên Tirk li Efrînê kalekî din revandin
Çeteyên artêşa Tirk kalekî bi navê Şahîn Bexdadî revandin û êşkence lê kirin.
Çeteyên artêşa Tirk kalekî bi navê Şahîn Bexdadî revandin û êşkence lê kirin.
Ji dema ku herêma Efrînê ji aliyê artêş û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, her roj mirovên sivîl ji aliyê çeteyan ve tên revandin û êşkence li wan tê kirin.
BEXDADÎ YÊ 62 SALÎ REVANDIN Û ÊŞKENCE LÊ KIRIN
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, bavê 8 zarokan Şahîn Bexdadî yê 62 salî, belasebep ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hate revandin û êşkence lê hate kirin.
Tê gotin ku Şahîd Bexdadî beriya niha ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve jî gelek caran hate girtin, neynûk û diranên wî hatin rakirin û bi vî rengî êşkence lê hate kirin.