Li Efrînê serçeteyê Feyleq El-Şamê hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiya hêzên wan de serçeteyê ‘Koma Keşfê’ yê çeteyên Feyleq El-Şamê hatiye kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê têkildarî çalakiya hêzên wan ya li navçeya Raco ya Efrînê daxuyaniyek da.

Xezeba Zeytûnê ragihand ku şervanên wan serçeteyê feyleq El-Şam di encama çalakiyekê de kuştine û wiha hate gotin; “Şervanên me şeva 22’ê Tîrmeha 2018`an de çalakiyek li dijî serçeteyê ʺKoma Keşfêʺ ya girêdayî çeteyên Feyleq El-Şamê bi navê Mihemed Elî li dar xist ê ku bi navê ‘Ebû Ducane’ tê naskirin û bi eslê xwe ji parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê ye.

Şervanên me dema serçete Mihemed Elî bi erebeya xwe ya li ser rêya Meydan Ekbes û Qera Baba yên girêdayî herêma Raco ya Efrînê diçû, çalakî pêk anî. Di encama çalakiyê de, serçete Mihemed Elî hate kuştin.ʺ