Cangoriyê Suryanî Ramî Zeya Davîd li Tirbespiyê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Ramî Zeya Davîd (Karlos) ku dema bi erka xwe radibû ji ber qezaya trafîkê şehîd bû, li goristana Horî ya Tirbespiyê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Ramî Zeya Davîd bi merasîmekê hate veşartin.

Merasîm li dêra Ortodoks a li Tirbespiyê pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn. Girseya gel piştî merasîma li dêrê cenazeyê Davîd bir goristana Horî ya li bakurê rojhilat ê navçeyê.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî li goristanê merasîma leşkerî pêk ann.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Hanî Zalîn, Hevseroka Herêma Cizîrê Hêva Erebo û ji Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Mİhemed Zekî Îbrahîm li merasîmê axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Qisekeran işaret bi girîngiya yekîtiya pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê hate kirin û soz hate dayin ku wê li ser şopa şehîdan bin.

Cenazeyê şehîd piştî axaftinan li ber qîrîna dirûşman ji aliyê hevrêyên wî ve hate veşartin.