Xezeba Zeytûnê: Li Ezazê çeteyekî Sûltan Mûrad hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku li Ezazê çeteyekî Sûltan Mûrat ê dewleta Tirk hatiye kuştin. Şervanan dîmenê çalakiyê weşandin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku hêzên wan li herêma Ezazê çeteyekî Sûltan Mûrat ê dewleta Tirk şopandine û roja 24'ê Tîrmehê kemînek danîne ber çete.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li ser rêya gundê Hercelê li çete hatiye xistin û hatiye kuştin. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ku dîmenê çalakiyê kişandin, dest danîn ser çeka çete.

Di dawiya daxuyaniyê de careke din hişyarî hate dayin û hate destnîşankirin ku her kesên destê xwe di dagirkirina Efrînê de heye, wê bersiveke tund bibînin.