Çeteyan li Efrînê 13 kes revandin, gel rabû ser piyan

Çeteyên girêdayî Firqet El Hemze ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 13 welatiyên sivîl ên Efrînê revandin, gel li dijî vê rabûn ser lingan.

Çeteyên Firqey El Hemze yên di saetên danê êvarê de avêtin ser malên li gundê Koçoman ê girêdayî navçey Cindirê a Efrînê 13 kes revandin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hate diyarkirin ku piştî ku çete welatî revandin, welatiyên gundê Koçoman li dijî dagirkeran rabûne ser lingan, hata nuqteyên leşkerên dagirker meşiyane.

Çavkaniyan ragihand ku dagiker xwestin bi zorê gel belav bikin, lê li gundê Koçomanê alozîya heyî hê didome.

Navê kesên hatine revandin wiha ne:

Esat Cemîl Osko

Ferhat Xelîl Efendî

Abdurrahman Osman

Zekeriya Osman

Faîq Hamo Osko

Faîq Ferît Xelîl

Armanç Xelîl Cîblî

Adnan Mecît

Ekrem Mecit

Celal Îbîş

Xelîl Muhammed Beîk

Celal Îbîş

Abdo Muhammed Haydar

Fevzî Bakir