Li Dêra Zorê pêngava paqijkirina bermayên şer hate destpêkirin

Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê pêngava paqijkirina bermayên şer ên DAIŞ’ê li herêmên hatine rizgarkirin da destpêkirin.

Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê civînek lidarxist û ragihand ku pêngava paqijkirina bermayên çeteyên DAIŞ’ê li herêmên ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatine rizgarkirin da destpêkirin.

Civîn li avahiya meclîsê ya li Herêma Kesra hate lidarxistin. Nûnerên Meclîsa Sivîl a Dêra Zor û Rêxisitnên Alîkariyê ya Firatê beşdar bûn.

Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêngava paqijkirina bermayên çeteyên DAIŞ’ê li herêmên ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatine rizgakirin, destpêkiriye.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Xesan Yûsîf diyar kir ku wê pêngav 5 mehan bidome û bucdeyeke 282 hezar Dolar ji bo pêngavê veqetandine.