Dildara xaka xwe: Canfîda Rojava

Şervana YPJ'ê Bêrîvan Mûrad bi nasnav Canfîda Rojava di 24'ê Tîrmeha 2013'an de di şerê hebûnê de li bajarokê Çilaxa yê Rojavayê Kurdistanê şehîd dibe.

Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Bêrîvan Mûrad sala 1992'an li gundê Girqehfik ê navçeya Girkêlegê hatiye dinê. Bêrîvan di nav malbateke welatparêz û heskirina fikrên azadiyê de mezin bû. Piştî ku dibistana amedeyî bi dawî kir, ji ber ku rewşa aborî ya malbatê ne baş bû, ji bo alîkariyê bide malbata xwe dest bi karê çandiniyê kir. Lê li kêleka wê jî weke jineke ciwan bi kelecan û hêz her tim tevlî karê rêxistinî bû. Piştî ku Bêrîvan gihîşte temenekî ciwan hişmendiya welatparêziyê û fedakariyê bi awayekî zanistî baş nirxand.

Bêrîvan Mûrad bi nasnav Canfîda Rojava di 24'ê Tîrmeha 2013'an de di şerê hebûnê de li bajarokê Çilaxa şehîd dibe. 

YEK JI JINÊN CIWAN BÛ KU DESTPÊKÊ TEVLÎ ŞOREŞÊ BÛ

Dema Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û hêzên YPJ'ê hatin damezirandin Bêrîvan jî weke yek ji jinên ciwan ên Kurd tevlî nava şoreşê bû . Yek ji ciwanên despêkê bû ku tevî refên hêzên parestina jin bû. Sala 2013'an dema ku çeteyan êrîşî herêmê kirin li Çilaxa, Tilkoçer, Girhok, Rimêlan û gelek bajaran Canfîda Rojava bi vîn û biryara parastina gelê xwe tevlî şer bû. Piştî berxwedaneke bê hempa û dema ku wesayîta çeteyan dixwest derbasî nava gel bibe û xwe biteqîne, şervana YPJ'ê Bêrîvan bi ruhekî fedayî li ber rabû û gihişte şehadetê.

BÛ WEKE NAVÊ XWE

Xwişka Canfîda Rojava Emîne Mûrad di salvegera 5'emîn a şehadeta xwişka xwe de axivî û diyar kir ku Canfîda bi dilsoziyê heta dawiyê xwedî li doza azadiyê derket û weke nave xwe canê xwe feda kir. Emîne Mûrad got: "Canfîda xwedî li wateya navê xwe derket û canê xwe ji bo rûmeta gelê xwe feda kir." 

'BÊRÎVAN JI ZAROKATIYÊ VE XWEDÎ SEKNEKE BI HÊZ BÛ'

Mûrad diyar kir ku Canfîda xwedî sekneke bi hêz bû ev tişt got: "Şehîd Canfîda di nava malbatê de keça herî biçûk bû. Tevî temenê xwe yê biçûk xwedî vîneke mezin bû. Her tim berpirsyartî digirt ser milên xwe. Heta ku tevlî tevgera azadiyê bibe, tim hêzeke mezin di çavên wê de dibiriqî. Jineke bi tevger bû, bê tirs bû. Dibe ku em bi şehadeta wê hestiyar bûn, lê em serbilind in û heta dawiyê em ê li ser şopa wê bin."

CANFÎDA NAVÊ XEW XWE LI DÎROKÊ NIVÎSÎ

Emîne Mûrad destnîşan kir ku Canfîda tim di nava lêgerîn de bû û mirov jî dixiste nava lêkolînan û wiha dom kir: "Wê digot; 'Wê rojek were wê navê min jî di dîroka tekoşîna jinê de bi tîpên zêrîn were nivîsandin. Heta rojek ji temenê min mabe ez ê ji bo vî gelî bixebitim û heta jinê azad bikim têbikoşim'. Ji van gotinên wê jî diyar bû ku dildarê şoreşê ye û biryara tevlîbûna daye. Şehîd Canfîda li ser raman û felsefeya Rêbertiyê ji bo parastina rûmetê û gelê xwe şer kir û canê xwe feda kir."

'CANFÎDA LÊGERA HEQÎQETÊ Û ŞERVANA AZADIYA JINÊ BÛ'

Hevjîna birayê Bêrîvan Nêrgiz Alî jî bal kişand ser şêwaz û jiyana Canfîda ya li nava malbatê û bi hevalên wê re û got: "Bêrîvan xwedî ruhekî bi kêf û eşq bû. Bi zarokan re zarok û bi mezinan re xwedî gotin û bi heybet bû. Rojekê negot ji ber kar ez westiyam. Tim bi hevalan re di nava liv û tevgerê de bû û kar dikir. Bêrîvan lêgera heqîqetê bû. Berî ku şehîd bikeve got; 'Dema ez şehîd bikevin, şînê nekin, xebatê hîn xurtir bikin. Eger em bixwazin zarok li siberojeke azad bijîn, ez û em gelek heval me wê canê xwe feda bikin'. Em ê heta dawî li ser şopa wê bimeşin û zarokên xwe fêrî jiyana rast a azad bikin. Ji bo em xwedî li soza Canfîda û hevalên wê derkevin em ê hê zêdetir xwedî li gel û nirxên xwe derbikevin."

Şervana YPJ'ê Berîvan Mûrad a bi nasnav Canfîda Rojava piştî şehadeta Şîlan Helêq duyemîn şervana YPJ’ê bû ku li Çilaxa şehîd dikeve.