Ermeniyên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tabûra xwe ava kirin

Ermeniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi navê "Nûbar Ozanyan" tabûra xwe ava kirin. TabÛr wê 24'ê Nîsanê di salvegera destpêkirina qirkirina Ermeniyan de bê ragihandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Ermeniyên di nava hêzên parastinê yên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digirin, tabûrek ku tenê ji Ermeniyan pêk tê ava kirin.

Navê Tabûrê jî Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) e ku yek ji fermandarên TKP/ML TÎKKO bû û di şerê dijî DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû.

Amadekariyên ji bo tabûrê li ber qedandinê ye. Tabûr wê 24'ê Nîsanê di salvegera 104'an a destpêkirina qirkirina Ermeniyan de bê ragihandin. Li ser dîwarê devera ku tabûr lê were ragihandin, 'kulîlka min ji bîr neke' ku weke Qirkirina Ermeniyan li tevahiya dinyayê tê naskirin, tê xêzkirin.