Çalakiya greva birçîbûnê ya Kongreya Star bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya Kongreya Star a li Şehba bi armanca piştevaniya bi grevên birçîbûnê re dabû destpêkirin, bi şahiyekê bi dawî kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Kongreya Star a li navçeya Ehesê ya Şehba bi armanca piştevaniya bi grevên birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di roja 161’an de ye û grevên din re 10’ê Nîsanê dabû destpêkirin, bi şahiyekê bi dawî kir.

Çalakî b i deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî li ser navê Yekîtiya Jinên Azad Rehîme Ebdo, li ser navê rûspiyên eşîrên Ereb ên Efrînê û Şehba Mihemed xêr Ebodî axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku wê bi yekdengiya hemû gelan Rêber Apo azad bibe.

Her wiha li ser navê Kongrya Star jî Hediye Yusif jî axivî û çalakî li berxwedêrên grevan pîroz kirin û got: “Felsefeya jiyana azad a bi Rêber Apo pêş ket kir ku tecrîd girantir bibe.”

Di dawiya şahiyê de stran û helbest hatin gotin.