YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ragihand ku şervanê YPG'ê Doxan Qendîl 16'ê Nîsanê li Helebê di encama dilêşê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê YPG’ê Doxan Qendîl 16'ê Nîsanê li Helebê di encama dilêşê de şehîd bûye.

Daxuyaniya YPG'ê wiha ye;

"Rêhevalê me Doxan Qendîl, 16 Nîsanê de dema ku li Helebê dema bi erka xwe radibû di encama qrîza dil de şehîd bû.

Rêhevalê me Doxan Qendîl ê ku li Efrînê ji dayîk bû û mezin bû ji berxwedana dîrokî ya li wir bandor bû û di nav refên azadiyê de bi awayek çalak cîhê xwe girt. Bi sekna xwe ya dilnizm, bi kesayeta xwe ya jêhatî û kedkar her tim bû xwedî sekneke pêşeng ya tekoşer.


Em di şexsê heval Doxan de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Em di serî de ji malbata şehîdê xwe re, ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin; soza xwe ya têkoşînê ya bi armanca pêkanîna xeyalên wan em dubare dikin.

Nasnameya şehîd wiha ye

Nasnav: Doxan Qendîl

Nav û Paşnav: Ebdulrehman Hiso

Navê Dayikê: Şahide

Navê Bav: Xalid

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 16'ê Nîsan'ê 2019"