YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya du şervanên YPG’ê ku 13’ê Nîsanê şehîd bûbûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanên YPG’ê Xwînrêj Welat û Serhed Ruha 13’ê Nîsanê dema bi erka xwe radibûn şehîd bûne.

YPG’ê got; “Di şexsê her du hevalên xwe yên şehîd de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi minet û rêzdarî bi bîrtînin û ji malbatên her du şehîdên xwe yên binirx û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

Piştî ku DAÎŞ ji aliyê fizîkî ve hate têkbirin, ji bo cihbicihkirina ewlehiya herêmê, hêzên me xebatên paqijkirinê dan destpêkirin. Di 13’ê Nîsanê de dema ku hêzên me bi armanca ewlehiyê kar û barên kontrole pêk dianîn, hevrêyên me Xwînrêj Welat û Serhed Ruha dema ku bi erka xwe radibûn şehîd bûn.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Serhed Ruha

Nav û Paşnav: Dilgêş Elî

Navê Dayikê: Isra

Navê Bav: Hefid

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Demê Şehadetê: Gundê Baxoz /Dêra Zor / 13’yê Nîsana 2019’an

***

Nasnav: Xwînrêj Welat

Nav û Paşnav: Sîpan Ceîfer

Navê Dayikê: Gulistan

Navê Bav: Erîf

Cihê Jidayikbûnê: Şêrewa

Cih û Demê Şehadetê: Gundê Baxoz /Dêra Zor / 13’yê Nîsana 2019’an

Hevrêyê me Serhed li bajarê Qamişlo yê Rojava di nav malbateke welatparêz de hate dinê û mezin bû. Bandora şoreşa Rojava li ser wî jî çêbû û di emrê xwe yê ciwan de tev li refên şoreşê bû. Di têkoşîna azadiyê de di demeke kin de xwe bi pêş ve bir û rik û hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherand hêz û qawetê û di têkoşîna xwe de nîşan da.

Hevrêyê me Xwînrêj li navçeya Şêrawa ya Efrînê ku nirx û çanda resen a gelê me lê zindî ye, di nav malbeteke welatparêz de ji dayik bû. Di demekê de ku li hember dagirkeran şerê berxwedanê dihate kirin, tev li nav refên me bû. Di nav rastiya bêeman a şer de, xwedî li nasname û nirxên xwe derket û li ser vê rêyê meşiya. Dilnizmiya wî ya li hember hevalên xwe, her tim ji hevalên li derdora wî re bû mînak.”