'Em ê bi felsefeya Ocalan mejiyê DAÎŞ'ê ji holê rakin'

Beşdarên Konferansa Ciwanên Şoreşger diyar kirin ku divê ew bi ruhê şoreşa 8 salan berxwedana xwe mezintir bikin û bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mejiyê DAÎŞ'ê ji nava civakê rakin.

Bi beşdariya 500 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşma 'Li ber xwe bidin û faşîzmê hilweşînin' li bajarê Qamişlo 15'ê Nîsanê konferansa xwe li dar xist. Ciwanên ku tevlî konferansê bûn, li ser rêveçûna kombûnê û armancên xwe ji ANF'ê re axivîn.

Ji beşdarên konferansê endamê Komîteya Werzîşê ya Hesekê Alan Bêkes diyar kir, wan di konferansê de gelek komîte ava kirine û dixwazin van komîteyan li nava gund û bajaran xurt bikin.

Alan Bêkes anî ziman, yek ji rojeva wan a sereke rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê ye û destnîşan kir, ciwan wê bi rengekî xurt ji bo vê armanca xwe bixebitin.

Alan Bêkes bal kişand ser dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ji bo azadiya Ocalan wê berxwedana wan bidome.

Ji rêveberên rêxistina ciwanan a Hesekê Hêlîn Mistefa jî diyar kir, wê ji bo berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan pêk tê rabin ser piyan.

Endamên rêxistina ciwanên Dêra Zorê Ehmed Îsa yê ji pêkhateya Ereb anî ziman, bi konferansê re wê ciwanên Ereb xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û bi vê armancê plansaziya dema nû amade kirine.

Ehmed Îsa got, "Ji bo me ya girîng ew e ku xwe biguherînin. Ji ber ku ciwanên me heta niha di nava şerê taybet de hatine pişaftin. Lewma wezîfeya me ew e ku em nifşekî nû biafirînin."

Endama Komîteya Werzîşê ya Dêra Zorê Xewla Selmo ku ji pêkhateya Ereb e ragihand, piştî ku Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, wan zend û bend ba dane ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nava gund û bajaran belav bikin, ji bo mejiyê DAÎŞ'ê bi temamî ji herêma xwe derxînin.

Endamê rêxistinbûna ciwanan a Şeddadê Yamin El Hilo jî got, wê li gorî ruhê serdemê xwe bi rêxistin bikin û ji şoreşê re bibin bersiv.