‘Yan wê her welatek hemwelatiyê xwe bigre, yan wê li vir werin darizandin'

Hevserokê Buroya Têkiliyên Karê Derve yê Rêveberiya B-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulkerîm Omer diyar kir ku ji bo darizandina DAÎŞ’î yên hatine girtin du vebijêrk hene û got; “Yan wê her welatek hemwelatiyên xwe bigre, yan wê ev kes livir werin darizandin."

Hêzên Sûriyeya Demkratîk (QSD) piştî ku li qada Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dawî li hakimyeta DAÎŞ’ê anî bi giştî jin û zarok jî di nav de 72 hezar çeteyên DAÎŞ’ê girtin. Ji 54 welatên cûda yên cîhanê çete û malbatên wan hatine girtin, niha aqûbeta wan wê çibibe tê gotûbêj kirin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulkerîm Omer ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku piştî serketina QSD’ê du rojan têkildarî aqûbeta endamên DAÎŞ’ê komîsyonek ava kirine û dest bi hevdîtinan kirine. Omer destnîşan kir, pirsgirêkeke navnetewî ye û ji bo vê bi gelek welatên di nava koolîsyona li dijî DAÎŞ’ê de hevdîtin kirine û hedefa wan ya yekemîn ji bo darizandina DAÎŞ’iyên hatine girtin avakirina dadgehekî navnetewî ye.

Omer anî ziman ku têkoşîna resen li dijî DAÎŞ û hişmendiya ku avakirî ji nû ve dest pê kiriye û got; “23’yê Adarê ji bo me rojeke dîrokî ye. Ne tenê ji bo me ji bo cîhanê rojekî dîrokî bû. QSD’ê dawî li hebûna leşkerî ya DAÎŞ’ê anî. Lê têkoşîna me neqediyaye. Di operasyona dawî de zêdetirî 6 hezar çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. Hejmara jin û zarokan jî zêdetir e. Niha bi deh hezaran endamên DAÎŞ'ê, malbat û zarokên wan ên ji 54 welatên cîhanê ne di destê me de ne.”

‘JI BO PÊŞEROJA HER KESÎ WÊ BIBIN GEFEKE MEZIN ’

Omer bi domdarî got; “Lê ji ber ku herêma me herêmeke ku dibin gefan de ye hebûna van ya li vir fikarên mezin bi xwe re tîne. Serî de Tirkiye û ji aliyê gelek aliyan ve gef hene. Ev kesên girtî di êrîşeke muhtemel de firsenda revê bibînin hem wê ji bo me û hem jî ji bo cîhane bibe gefeke mezin. Hemû zarokên temenê wan ser 8 salî re di kampên Eşbalî Hîlafe (pêşeroja xîlafetê) de perwerdehiya leşkerî û îdeolojî dîtine. Pêşeroja van wê çawa bibe fikarekE mezin e. Eger ev di pêvajoyekî nû ya rehabîlîtasyonê re derbas nebin wê ji bo pêşerojê bibin gefeke mezin.”

‘TU KES NE ALIGIRÊN GIRTINA HEMWELATIYÊN XWE NE’

Omer diyar kir welatên ku hemwelatiyên wan di nava DAÎŞ’ê de hatine girtin ne aligirê paş ve girtina wan in û wiha domand; “Lê niha serî de welatên Ewropa jî di nav de tu welatek ne aligirên paşve girtina hemwelatiyên xwe nin. Em vêya rast nabînin. Lê li aliyekê zilma herî mezin, talan, hilweşand û komkujiyên van çeteyan li vê erdingariyê pêk hat. Cihê sûc kirine ev dere û li vir hatine girtin. Wê demê divê ev kesên he li vir li dadgehekî navnetewî de werin darizandin.”

‘MECLÎSÊN EDALETÊ DEST BI XEBATÊN XWE KIRINE’

Omer anî ziman ku 25’ê Adarê weke Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo endamên çeteyên hatine girtin ji bo ku li dadgekî navnetewî werin darizandin komîsyonek ava kirine û dest bi hevdîtinan kirine. Omer got destpêkê li gel welatên di nava koolîsyona li dijî DAÎŞ’ê de hevdîtin kirine û wiha domand; “Dîsa meclîsên me yên edaletê ji bo darizandina van kesan li gorî qanûnên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest bi xebatan kirine. Em ê livir darizandina wan bikin ji ber ku cihê çareseriyê ev der e.”

‘LI PÊŞIYA ME DU RÊ HENE’

Omer diyar kir ku li pêşiya wan du rê hene û ev tişt anî ziman; “Niha li pêşiya me tenê du rê hene: Yan wê her welatek hemwelatiyên xwe bigre, ku heta niha tu welat ne aligirê vê ne. Yan we li vir werin darizandin, pêvajoya rehabîlîtasyona jin û zarokan li vir be. Ev jî piştgiriya navnetewî dixwaze. Pirsgirêk ji ya tê dîtîn mezintir e. Eger van herdu hilbijartin jî qebûl nekin em ê bêjin alternatîfa xwe pêşkêş bikin. Lê ya em dibînin tu alternatîfek ya wan jî tune ye.”

‘TERORÎSTÊN PÊŞEROJÊ TÊN PERWERDE KIRIN’

Omer bi domdarî got malbatên DAÎŞ’iyan jî pirsgirêkek mezin e, di rewşekî perwerdehiya berfireh de ‘terorîstên pêşerojê wê bên perwerde kirin’ û wiha got; “Tiştên em dibêjin ji bo çeteyên DAÎŞ’ê derbasdar e. Lê mijara jin û zarokan mijarek cûda ye. Dîsa jinên di nava sîstema DAÎŞ’ê de hatine helandin wê weke çeteyên din werin darizandin. Lê ji bo jin û zarokên din pêvajoya perwerde û rehabîlîtasyonê pêwîst e. Eger xebatek wiha neyê kirin wê vegera van ya ji bo jiyanê, ji bo civakê pirsgirêkên mezin bi xwere ava bikin. Yan jî wê bibin terorîstên pêşerojê yên têne perwerde kirin.”

‘PIRSGIRÊKEKE NAVNETEWÎ YE’

Hevserokê Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulkerîm Omer herî dawî got pirsgirêk ‘pirsgirêkekî navnetewî ye’ û wiha domand; “Em van tiştan bi tena serê xwe nakin. Divê qada navnetewî ji bo me bibe alîkar. Ji ber ku ev kes hemwelatiyên welatekê ne. Zarokeke hem dayika xwe û hem bavê xwe winda kiriye. Gelek jin jî ji welatên cûda zarokên wan hene. Mînak em bêjin 5 zarokên jinekê hene. Bavê her zarokekê hemwelatiyê welatekî din e. Pirsgirêk pirsgirêkekî navnetewî ye. Heta niha welatê ku em li gel wan civiyane ne gotine na gotina we nabe. Heta gelek welat jî erênî temaşe dikin. Niha mijar nû ye û hevdîtinên me didomin. Em bi bawerin ku em ê bihevre li dijî vê pirsgirêkê têbikoşin. Ji ber ku alternatîfek din nîne.”