Cenazeyê şehîd Farûk spartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Farûk Semo yê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû, li Dirbêsiyê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî spartin axê.

Ji bo merasîma cenazeyê endamên Hêzên Asayîşê Farûq Semo yê ku di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû bi sedan welatiyên ji herêmên Kantona Hesekê li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Serêkaniyê kom bûn. Piştî cenaze wergirtin bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê, merasîma leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Asayîşê ve pêk hat. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê meclîsê Beyar Emîn, Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat û Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku bi keda şehîdan planên dijmin têk çûn.

Her wiha bang li gelê Kurd hate kirin ku yekîtiya xwe ava bikin. Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan. Piştre, nasnameyê şehîd ji aliyê mamosteyê zimanê Kurd Elî Ferhan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di axaftinên li ser navê malbatê hate kirin jî hate gotin ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Welatiyan cenazeyê şehîd Farûq Semo di nav dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî spartin axê.