'Ji bo min bawernameya Şahadetê ji ya refa 12’an bihatire!'

Bavê Şehîd Ezîz Ereb: Min jê re got ku tu yê çawa zilmê li ser mîlyonan rabikî, ev ne pêkan e? Wî jî ji min re got ku em ê bi yek dengî û bi yek destî li ser hemû gelan zilmê rabikin.

Ezîz Ereb, di salên 1980’de yekemîn ciwanê Ereb ku tevlî Tevgera Azadiya Kurd dibe. Heman demê, Ezîz Ereb yekemîn şehîdê Ereb yê Tevgera Azadiyê ye. Îro di nav gelê Kurd û Ereb ên li Bakûr û Rojahilatê Sûriyê dijîn de Ezîz Ereb, weke pêşengê yekemîn ê Tevgera Azadiyê tê nasîn. Bavê Ezîz Ereb Hesen Şêx Hesen, li ser jiyan û tevlîbûna kurê xwe ji ANF’ê re axivî.

Hesen Şêx Hesen, di despêka axaftina xwe de dibêje ku wan pêşî di hizirandin û tevgerîna wî ya jiyanê de guhertin ditîtin lê fêm nedikirine ka ev guhertin ji çi ye û wiha dibêje;

“Piştî ku Ezîz refa şeşemîn qedand, ji bo berdewamkirina xwendina xwe, derbasî Efrînê bû. Li wir heya refa 9’mîn xwend û careke din vegeriya Helebê. Wê demê me dît ku di hizrandina Ezîz de guhertinek çêbûye.

Di sala 1981’ê de Ezîz û çend hevalên xwe hatin malê. Roja din ji min re got, ‘ez ê bi qasî du mehan ji vî welatî derbikevim.’ Min jê re got, ‘tu yê bi kû ve biçî? Ma rewşa me ya aborî jî başe.’ Wê demê ji min re got ku wê biçe Lîbyayê.

Piştî ku çû Lîbyayê, ez pê hesiyam ku Ezîz tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûye. Ji me tu kesî nizanibû ka ev partî çi ye, ji bo çi kar dike. Lê ji min re weke tiştek normal dihat. Dema ku li Lîbya bû, me bi hev re name dişand. Rojekê ji min re wiha nivîsîbû, ‘Bavo ger ku tu bizanibî, îro li Tirkiyê li ser gelê Kurd çi zilm tê meşandin, tu yê ji min re bêjî biçe û wê zilmê rake.’ Min jê re got ku tu yê çawa zilmê li ser mîlyonan rabikî, ev ne pêkan e. Wî jî ji min re got ku em ê bi yek deng û bi yek destî li ser hemû gelan zilmê rabikin.

Di sala 1982’an Ezîz û çend hevalên xwe ji bo di bexçe û zeviyên çandiniyê de kar bikin çûn herêma Zêwiyê. Li wir fêkî û sebzeyên ku ji çandiniyê kom dikirin, li ser endamên rêxistinê belav dikirin. Salekê ew kar berdewam kir.

MIN DESTÊ XWE LI PIŞTA WÎ DA JÊ RE GOT, ‘SERKEFTIN JI TE RE!’

Sala 1984’an li Lîbyayê birayê min ji min re nameyek şand. Di nameyê de digot, ‘’Kurê te bi balafirê tê û wê bê gel te.’ Ez rabûm min berê xwe da balafirgehê. Lê dema ez çûm min Ezîz nedît. Ez rabûm çûm gel kurê apê xwe ê doktor. Wî jî ji min re got ku Ezîz hatiye gel wî û şevek li gel wî maye û çûye gel doktorekî din. Dema ku ez çûm gel wî doktorî, wî jî ji min re got, ‘kurê te hat, pênc rojan ligel min ma û çû. Lê dema hat gel min, ne bi navê Nadir hatibû, bi navê Ezîz hatibû. Jixwe piştre ez çûm gel hevalê wî û wî ji min re cihê wî got û ez çûm ligel wî. Dema ku ez çûm ligel wî min hemêz kir, destê xwe li pişta wî da û jê re got, ‘serkeftin ji bo te.’

KURÊ MIN GIHIŞT XEYALÊN XWE

Piştî 15 rojan ji min re nameyek şand û di nameyê de digot ku ez ê biçim Tirkiyê. Her wiha di 5’ê mehê de ji min re nameyeke din hat û di wê namê de digot ku Ezîz şehîd ketiye! Ez rabûm hatim malê. Dema ez gihiştim nêzî malê min dît li pêşiya mala me nêzî 600 kesî kom bûne. Ez dema ketim malê, matmayî mam. Dayîka Ezîz direqisî û digot kurê min gihişt şahadetê. Destpêkê min got dîn bûye. Lê ew zivirî û ji min re got, kurê min berê ku biçe ji min re got ku ez ê şehîd bikevim. Min got ‘çawa ji te re got ez ê şehîd bikevim?’ Wê got, ‘dema Ezîz refa 12’an qedand, difikirî ku biçe. Min jî jê re got, berê ku tu biçî bawernameya xwe ya refa 12’an bistîne wisa biçe. Wê demê ji min re ev got; bawernameya şahadetê ji bo min baştire ji bawernameya refa 12 mîn!”