Çarşema Sor li Şehbayê hate pîrozkirin
Êzidiyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker koçî herêma Şehbayê bûne, li Kampa Serdemê Çarşema Sor pîroz kirin.
Êzidiyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker koçî herêma Şehbayê bûne, li Kampa Serdemê Çarşema Sor pîroz kirin.
Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî serî de li Şengal, Kurdistan û Ewropayê ji aliyê Êzidiyan ve tê pîroz kirin. Êzidiyên Efrînê yên li Şehbayê bi dirûşmeya “Vejîna Çarşema Sor soza rizgarkirina Efrînê ye” li Kampa Serdemê cejna Çarşema Sor pîroz kirin.
Welatiyê Êzidî bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi komên xwe yên Stranê û guvendê kêfxweşiya xwe dan nîşandan